Yaşam

Selim Temo’dan Soranî ve Kurmancî lehçesinde Şiir Bildirisi

UNESCO tarafından her yıl 21 Mart’ta kutlanan “Dünya Şiir Günü” için bu yılki ‘Şiir Bildirisi’ni şair, yazar ve çevirmen Selim Temo kaleme aldı. Temo, Balinde platformunda yayınlanan bildiriyi Kürtçe’nin Soranî ve Kurmancî lehçelerinde yazdı.

Bildiride dünyadaki bütün şiirlerin aynı dille yazıldığını belirten Temo, bu dilin Mîr Celadet Alî Bedir-Xan’ın Charles Baudelaire’in Kötülük Çiçekleri’ne ( Le fleurs du mal) yazdığı “Kulîlkên Ezêb” adlı naziresinde geçen “zimanê zêr” (altın dil) olduğunu ifade etti.

Selim Temo’nun Balinde sitesinde Kürtçenin Kurmancca ve Soranca lehçelerinde yayımlanan bildirisi şu şekilde:

“Peyama Helbestê” ku bûye nerît û her sal di 21ê Adarê Roja Cîhanî ya Helbestê de tê belavkirin, îsal ji aliyê Selîm Temoyî ve hat nivîsîn. Temo, di peyama navborî de diyar dike ku hemû helbestên cîhanê bi heman zimanî tên nivîsîn. Helbestkar lê zêde dike ku ev ziman “zimanê zêr” e, di helbesta “Kulîlkên Ezêb” a Mîr Celadet Alî Bedir-Xanî de derbas dibe ku ew jî nezîreya Le fleurs du mal a Charles Baudelaireî ye.

21ê Adarê ji aliyê gelên Asyayê ve hezaran sal in wek Newroz û sembola vejîna xwezayê tê pîroz kirin. Heman roj ji aliyê UNESCOyê ve ji sala 1999an ve wek “Roja Cihanî ya Helbestê” jî tê pîrozkirin. Di vê roja çaryek sedsal e tê pîroz kirin de wek nerît helbestkarên her zimanî bi zimanê xwe peyamek belav dikin. Di helbesta kurdî de ev peyam îsal ji aliyê Selîm Temoyî ve hat nivîsîn û li ser platforma Balindeyê hat belavkirin.

Balindeya navdar a li Silêmanî bi rêya kovar, pirtûk, konferans û wergeran têkiliya helbesta kurdî bi helbesta cîhanê re xurt dike. Balinde her sal bi navê “Peyama Balinde”yê peyama roja helbestê jî belav dike. Nivîskarê peyama îsal Selîm Temoyî ye ku peyam berê ji aliyê Pejk Malinovski (2018), Bextiyar Elî (2019), Bo Gustavsson (2020), Selah Faîq (2021), Husên Hebeş (2022) û Reza Elîpûr (2023) ve hatibû nivîsîn. Di peyama îsal de navên Paul Celan, Charles Baudelaire, Rainer Maria Rilke, Arthur Rimbaud, Mîr Celadet Alî Bedir-Xan, Vladimir Mayakovski, Ehmedê Xanî, Melayê Cizîrî, Herbert Marcuse û Platon tên hildan û tê gotin ku rastî tenê bi helbestê dikarê bê vegotin.

Di peyama Selîm Temoyî ya li ser malpera Balindeyê bi zaraveyên Kurdî -Kurmancî û Soranî- belav bûye de tê dupatkirin ku ziman mecaz e û helbest zanista mecazê ye. Temo di peyama nivîsiye de dibêje ku helbest rastî û baweriyê dike malê mirovan û hunera helbestê bi destê xwîneran diçe serî.”

(KÜLTÜR SANAT SERVİSİ)

arpacayhaber.com.tr

Bir yanıt yazın

E-posta adresiniz yayınlanmayacak. Gerekli alanlar * ile işaretlenmişlerdir

Başa dön tuşu